Ali Cura
18 Adar 2024•Rojanekirin: 19 Adar 2024
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Putîn diyar kir ku di navbera Rûsya û NATOyê da pevçûn mimkun e û wiha got: "Ev pevçûn wê bibe sedem ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn gavek bi pêş da çêbibe, lê ez bawer dikim ku tu kes bi vê mijarê ra eleqedar nabe."
Putîn piştî ku hilbijartina serokomariyê bi dawî bû, ji navenda hilbijartinê bangî welatiyan kir.
Putîn spasiya gel kir ku ew beşdarî hilbijartinê bûne û spasiya taybet jî ji artêşa Rûsyayê ra kir ku li ser sînorê Ukraynayê ye.
Putîn paşê pirsên rojnamevanan bersivandin.
Putîn li ser pirsa 'gelo di navbera Rûsya û NATOyê da pevçûnê derkeve yan na' wiha got: "Di cîhana nûjen da her tişt mimkun e. Ev pevçûn wê bibe sedem ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn gavek bi pêş da çêbibe, lê ez bawer dikim ku tu kes bi vê mijarê ra eleqedar nabe."
Putîn got haya Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ji teklîfa agirbestê ya ku wê di dema Olîmpiyatên 2024an a Parîsê da çêbibe, tuneye û destnîşan kir ku Rûsya wê di her şert û mercê da li gorî berjewendiyên xwe û rewşa li herêma pevçûnê tevbigere.
Putîn axaftina xwe wiha domand: "Em alîgirê mizakereyên aştiyê ne, lê ne ji ber ku cebilxaneya dijmin kêm bûye. Heke ew bi rastî jî cidî ne û dixwazin di demeke dirêj da jî aştiyê bikin, em alîgirê hevdîtinên aştiyê ne. Ne ku dîsa ji bo çekhildan çêbibe û ji bo vê jî sal û nîv û du sal navber bê dayîn."
Putîn got divê Fransa aloziya li Ukraynayê girantir neke û ji bo çareseriya aştiyane tevkariyê bike.
Putîn diyar kir, ew dizanin ku eskerên NATO li Ukraynayê hene.