Sümeyye Dilara Dinçer
25 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2023
Li Swêdê şewitandina Qur'anê ji alî hikûmeta va wek "azadiya îfadeyê" tê hesibandin lê ew nikarin rê li sûcên rikberiya dijî komên olî yên wek Misilman û Cihûyan tên kirin, bigirin.
Li gor rapora di sala 2021î da ji alî Konseya Rê Li Sûcên Netewî Girtinê (Bra) ku girêdayî Wezareta Dadê ye hatibû weşandin li welêt sûcên rikberiyê yên dijî komêm olî tê kirin ji sedî 51 hemberî Misilmanan û ji sedî 27 hemberî Cihûyan, ji sedî 11 hemberî Xiristiyanan û ji sedî 11 jî li hemberî komên olî yên din tê kirin.
Sûcên li hemberî Cihûyan bi piranî ji ser medyaya civakî û çavkaniyên ji raya giştî ra vekirîne tên kirin û yên li hemberî Misilmanan da jî piranî çalakiyên acizkirin û hêrskirinê tên kirin.
Di sûcên rikberiyê yên li hemberî Misilman û Cihûyan da jin li gorî mêran zêdetir tên acizkirin.
Ji hêla din va di Rapora Azadiyên Dînî ya 2021an ku Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê weşandibû da jî li ser van agahiyan hatibû sekinîn û hatibû gotin ku gelek sûcên rikberiyê jî qet nehatine gilîkirin.