04 Gulan 2016•Rojanekirin: 04 Gulan 2016
DALLAS
Li Amerîkayê dadgeheke temyîzê ya federal biryar da ku qedexeya "rû û telik" a li girtîgeheke li Teksasê bê rakirin.
Dadgeha temyîzê ya 5an a li DYAyê ya li New Orleansê sê dadgeran bi hev ra biryar dan ku Davîd Raşîd Aliyê ku di girtîgeha Mîchaelê da dimîne rûyê xwe ji 10 santêmî dirêjtir bike û telikê ku jê ra dibêjin "kufî" bide serê xwe.
Di biryara ku dadger Edward Prado nivîsî da hat gotin ku qedexekirina berdana rûyê ji 10 santêmî dirêjtir, xêncî îbadetan telikdanîna seran li gor biryara ku Dadgeha Bilind a DYAyê ji bo girtiyekî bi hinceta "ji ber ku ewlehiya girtîgehê navêje talukeyê dikare rû berde" dereqanûnî ye.
Rayedarên girtîgehên li Teksasê dibêjin ku qedexe ji ber ewlehiyê hatiye danîn, ji ber berdan rû û telikdanîna serî wezîfedar nikarin girtiyan ji hev derxin, eşyayên qaçax dixin hundir û dibe ku hin girtî neyên naskirin û birevin.