Sevim Hatun
13 Îlon 2015•Rojanekirin: 13 Îlon 2015
MEKKE
Hejmara heciyên Tirk ên ku di qezaya vînçê ya li Mescîd-î Haramê de mirin derket 7an.
Rayedarên Kar û Barên Diyanetê diyar kir ku ji qafîleya Stenbolê Kadîr Gokmen û Ramazan Ozmen, ji şîrîkên şîrketeke tûrê ya taybet Şukru Karatepe, Suleyman Eskîlerê ku bi vîzeya taybet hat vir, Yûsûf Alciyê ku ji Belçîkayê hat, ji heciyan Metîn Yazgan û Erol Karaagaçli di qezaya vînçê ya li Mescîd-î Haramê de mirin.
Li Mescîd-î Haramê duh ji ber şilî û bahoza bişidet vîncek qelibî bû. Piştî qezayê hatibû ragihandin ku di encamê de 107 kes mirin û 238 kes jî birîndar bûn.