Önder Beyter
04 Sibat 2018•Rojanekirin: 04 Sibat 2018
MADRID
Di 22yemîn hefteya Lîga Yekemîn a Fitbolê ya Îspanyayê (LA Liga) da Real Madrid li deplasmanê bi Levante ra 2-2 beramber ma.
Levanteê li Stada Ciutat de Valenciayê Reel Madrid ezimand. Di 11emîn deqîqeya pêşbirkê da Toni Kross gog da Sergio Ramos û wî jî gola ku Real Madrid 1-0 derbasî pêşiyê kir, avêt.
Di deqîqeya 42yemîn da jî Emmanuel Boateng şûta ku ji qeleparêz Keylor Navas vegeriya, kir gol û skor wekî hev kir. Bi vî hawî dewreya yekemîn 1-1 beramber bi dawî bû.
Di 82yemîn deqîqeya maçê da jî Remal Madrid bi gola Isco dîsa ket pêşiyê. Lêbelê Giampaolo Pazzini di 89emîn deqîqeyê da skor kir 2-2 ku dawî bi vî rengî li pêşbikê hat.
Real Madrida ku di rêza 4emîn da ye, bi vê skorê va pûanê xwe kir 39. Barcelonaya serkêş heger roja yekşemê tîma Espanyolê têk bibe, ferqa pûanê wê û Real Madridê wê bibe 21 pûan.