Mümin Altaş, Özcan Yıldırım
02 Îlon 2026•Rojanekirin: 02 Îlon 2026
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê birastî jî li gor heyamên berê gelekî pêşdatir in."
Serokomar Erdogan li Bîşkeka paytextê Qirxizistanê ya ku ji bo beşdarî Lûtkeya Serokdewletên Rêxistina Hevkariyê ya Şanghayê (RHŞ) bibe hatê peywendiyên xwe didomîne.
Serokomar Erdogan li Avahiya Dewletê ya Ala Arçayê bi Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Putîn ra hevdîtin kir.
Serokomar Erdogan di beşa hevdîtinê da ya ji çapemeniyê vekirî ra got ku "Ez îro nirxandina firsendeke wiha girîng dibînim. Têkiliyên Tirkiye-Rûsyayê birastî îro li gor heyamên borî di asteke gelekî pêşdatir e." û wiha axivî:
"Girîngiya turîstên Rûs ên li Tirkiyeyê gelekî cuda ye. Îro tora herî girîng a turîstên Antalyayê dostên ji Rûsyayê tên pêk tê. Helbet digel vê wekî ku Birêz Serok jî got di têkiliyên Tirkiye-Rûsyayê da Santrala Akkuyuyê xwedî girîngiyeke mezin e. Niha em ketine heyama qedandina Santrala Akkuyuyê. Em dibêjin ku bila Santrala Akkuyuyê biqede, em merasima vekirinê bikin. Bi vekirina Santrala Nukleerê ya Akkuyuyê em ê dîsa bi hev ra ppngavên vekirina hin santralên nû bi hev ra biavêjin. Em di nav amadehiyên vê da ne. Digel van hemûyan di çandiniyê da di vejenê da jî hevkariyên me yên xurt hene."
Di hevdîtinê da Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin jî cî girtin.