Zafer Fatih Beyaz
29 Nîsan 2025•Rojanekirin: 29 Nîsan 2025
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi îcabeta daweta Giorgia Meloniya Serokwezîra Îtalyayê, bi balafira taybet "TUR"ê çû Romaya paytextê Îtalyayê ku beşdarî Zîrweya Çarem a Hikûmetên Tirkiye-Îtalyayê bibe.
Cevdet Yilmazê Alîkarê Serokomar, Hakki Susmazê Sekreterê Giştî yê Serokomariyê û Vasip Şahinê Waliyê Enqereyê, Serokomar Erdogan ji Balafirgeha Esenbogayê bi rê kir.
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahînur Ozdemir Goktaş, Wezîrê Ciwanî û Werzişê Osman Aşkin Bak, Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mehmet Fatîh Kacir, Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altun, Serşêwirmendê Serokomariyê yê Polîtîkaya Derva û Ewlekariyê Akîf Çagatay Kiliç û Serokê Pîşesaziya Parastina Serokomariyê Haluk Gorgun digel Erdogan ber bi Îtalyayê bi rê ketin.
Tê pêşbînîkirin ku di zîrweyê da pêngavên xurtkirina hevkariya Tirkiye û Îtalyayê û her wiha mijarên rojane yên herêmî û kurewî bên gotûbêjkirin.
Dîsa tê pêşbînîkirin ku di zîrweyê da qederek peymanên qewînkirina peywendiyên herdu welatan bên îmzekirin û forumeke kar a bi beşdariya karsazan va bê lidarxistin.