Salih Okuroğlu
22 Mijdar 2024•Rojanekirin: 22 Mijdar 2024
Serokê DYAyê Joe Biden îdia kir ku biryara Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) ya der barê Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu û Wezîrê Parastinê yê berê Yoav Gallant da "rezalet" e.
Biden li ser biryara girtina Netanyahu û Gallant a ku ICCê da bû, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Serokê DYAyê Biden got, "Derxistina biryarên girtina lîderê Îsraîlê ya ICCê rezalet e."
Biden anî ziman ku Îsraîl û Hemas "hevsengên hev" nînin û ew yek dubare kir ku li hember tehdîdên dijî ewlekariya Îsraîlê ewê her tim li cem Tel Avîvê bin.
ICCê duh ji ber "sûcên şer û yên dijî mirovayetiyê yên li Xezeyê" der barê Netanyahu û Gallant da biryara girtinê dabû.