BAKU
Di pevçûna ku li sînorê di navbera Ermenistan-Azerbeycanê qewimî de 4 leşkerên din ên artêşa Azerbeycanê mirin.
Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê daxuyanî da û diyar kir ku artêşa Ermenistanê li ser sînorê di navbera her du dewletan de li herêmên cuda 73 caran sînor binpê kir. Li herêma Agdam û Agdereyê leşkerên Ermenistanê xwestin ku bikevin kozikên Azerbeycanê û ji ber vê jî şer derket.
Hat ragihandin ku di vî şerê tund de ji artêşa Ermenistanê çend leşker mirin û li ser vê Ermenistan paşve vekişiya û ji artêşa Azerbeycanê jî 4 leşker mirin.
Rayedarên wezaretê sersaxî dan malbata leşkerên mirin û diyar kirin ku leşkerên Azerbeycanê sînor girtine bin kontrola xwe.
Di pevçûnên ku duh navbera her du hêlan de 8 leşkerên Azerbeycanê miribûn.