HELEB
Hat ragihandin ku yekîneyên artêşa Beşar Esed bi çekên giran ve êrîş bir li ser herêmên di destê muxalifan de ne û di encama êrîşan de 37 kes hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (RMMS), hêzên rejimê him ji hewayê him jî ji bejayê ve êrîş birin li ser herêmên di destê muxalifan de ne. Di encama êrîşan de li Dêra Zorê 12, Dêrayê 9, berbajarên paytext Şamê 6, Îdlibê 4, Helebê 3, Hamayê 2 û Hûmûsê kesek bi tevahî 37 kes mirin.
Di vê navberê de Komîteya Kordînasyonê ya Giştî ya Sûriyeyê (SRGC) daxuyanî da û ragihand ku balafireke artêşê bombeyên warîlê avêt pira li herêma Şearê ya di destê muxalifan de ye. Herwiha hat diyarkirin ku balafirên şer navçe û bajarokên derdora Helebê bombe kirin.
SANAya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê jî diyar kir ku li giştiyê welat operasyon hatin kirin û di encamê de gelek kesên çekdar hatin kuştin.