ADIYAMAN
Sûriyeyiyên ku ji ber şerê li welatê xwe birîndar bûn û bûn mehkûmê jiyaneke astengdar, a niha li konbajarê li Semsûrê dijîn.
Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê yê ku ket sala 5an de bi sed hezaran mirov mirin û bi milyonan jî neçar man ku welatê xwe biterikînin. Bi sed hezaran mirov jî seqet man. Hinek ji milên xwe û hinek jî ji lingên xwe bûn.
Sûriyeyiyên mexdûrên şer ên astengdar, a niha li konbajarê li Semsûrê bi alîkariya malbatên xwe va berxwedana jiyanê didin.
- Bombeyan herdu bira ji lingan kir
Li Dêrezorê di êrîşeke asîmanî ya du sal beriya niha de perçeyên şarapnelê li Evdilhadî (16) û Hesen (15) ên birayên hev ket û herdu jî ji lingekî xwe bûn.
Tevî tengasiyan herdu birayên ku bi gopal dimeşin hewl didin ku li konbajarê perwerdeya xwe bidomînin.
Evdilhadî Dûrûba di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de destnîşan kir ku dema ew li kargeha bavê xwe bûn, bombeyek ket nêzîkê wan û ew bi şarapnelên bombeyan birîndar bûn.
Dûrûba destnîşan kir ku ew bi ambûlansê anîn Tirkiyeyê û wiha xeberda: "Piştî ku em hatin Tirkiyeyê, tedawiya me hat kirin, lêbelê ez ji lingê xwe yê rastê bûm. Birayê min jî ji qismek lingê xwe yê çepê bû. Êdî em mehkûmê gopalan in."
Dûrûba diyar kir ku tevî astengiyê ew hewl didin ku perwerdeya xwe bidomînin û her wisa ew piştî nîvroyan perwerdeya Qur'ana Kerîm dibînin.
Evdilhadî Allewîyê 25 salî yê ku bû hedefa nîşangirê jîr ji ber guleya ku li parxana wî ket û zirar dayê, kete nav ciyan û bi neçarî bi piştgiriya malbata xwe jiyana xwe didomîne.
Mates Hamdûyê 25 salî yê dema ku li hemberî artêşa Sûriyeyê şer dikir, 7 perçeyên şarapnelê li wucûda wî ket û ji ber vê a niha nikare herdu lingên xwe û milê xwe yê rastê bihejîne.