Ekip
04 Gulan 2025•Rojanekirin: 06 Gulan 2025
Festîvala Hewagerî, Feza û Teknolojiyê TEKNOFEST KKKTC a ku li Komara Tirkan a Qibrîsa Bakur (KKTC) hat lidarxistin, bi dawî bû.
Mezintirîn Festîvala Hewagerî, Feza û Teknolojiyê TEKNOFEST KKTC a ku Ajansa Anadoluyê (AA) hevkarê wê yê ragihandina global e, li Qibrîsê mazûvaniya mêvanan kir.
Festîval di bin hîmayeya Serokomariya Komara Tirkan a Qibrîsa Bakur, di bin rêveberiya Weqfa Tîma Teknolojiyê ya Tirkiyeyê û Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê da bi 132 saziyên hevbeş, li Balafirgeha Ercanê ya berê ya Lefkoşayê hat lidarxistin.
Festîvala ku di 1ê Gulanê da dest pê kir, îro bi dawî bû.
Li festîvalê di 116 standan da, çalakiyên li ser mijarên teknolojiyê ji bo xwendekar û ciwanan hatin pêşkêşîkirin.
Di çarçoveya festîvalê da bi amûrên xwemalî û neteweyî va pêşbirkên teknolojiyê, nimayişên firînê û gelek çalakiyên din hatin lidarxistin.
Festîval bi merasima xelatê va dawî bû.
Serokomarê KKTCyê Ersîn Tatar, Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz, Serokwezîrê KKTCyê Unal Ustel, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mehmet Fatîh Kacir û Serokê Lijneya Rêveberiya TEKNOFESTê û Heyeta Mutewelî yê Weqfa Tîma Teknolojiya Tirkiyeyê Selçuk Bayraktar di merasîma xelatdayîn û bidawîbûna festîvalê da axivîn.