16 Sibat 2019•Rojanekirin: 17 Sibat 2019
DÊRAZORÊ
Piştî ku YPG/PKKya rêxistina terorê hemû herêmên li rojhilatê Feratê yên di destê DEAŞê da dagir kir hêzên Amerîkayê bi dehan terorîstên DEAŞî yên teslîm bûn birin baregeha li Dêrazorê.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin, piştî ku YPG/PKKyê Baxoza bajaroka Dêrazorê ya li sînorê Sûriye-Iraqê dagir kir terorîstên DEAŞî sîlahên xwe danîn û teslîm bûn, hêzên Amerîkayê bi dehan terorîstên DEAŞî û malbatên wan bi kamyonan birin Omera qada pêtrolê ya ku Amerîka li Dêrazorê wekî baregeh bi kar tîne.
Dema terorîstên DEAŞî birin baregehê terorîstên YPG/PKKyî jî bi wan ra çûn.
- Hê bi sedan terorîstên DEAŞî hene
Di baxçe û kampên li bajarokê da hê bi sedan terorîstên DEAŞî û malbatên wan hene.
Hê aqubeta terorîstên DEAŞî û malbatên wan ên ku biribûn baregeha Amerîkayê nayê zanîn.
Piştî ku YPG/PKKya rêxistina terorê Baxoz jî zeft kir hema bêje tevahiya herêma di navbera rojhilatê Feratê û Iraqê da kete destê YPG/PKKyê.
Bi vî awayî êdî hincetek di destê Amerîkayê da nema ku piştgiriyê bide terorîstên YPG/PKKyî.
Herêma dawîn a ku DEAŞ lê heye jî li çolê ye û di dorpêça rejima Beşar Esed da ye.
DEAŞê li rojhilatê Çemê Feratê herêma dawîn jî da der û nika ji sedî 2yê erdên Sûriyeyê di kontrola DEAŞê da ye.
YPG/PKKya rêxistina terorê jî ji sedî 28ê erdê Sûriyeyê dagir kiriye.