Muhammet Kurşun
05 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2017
REMELLAH
Serokê Amerîkayê Donald Trump telefonî Serokdewletê Filîstînê Mehmûd Ebbas kir û got binêt e Balyozxaneya Amerîkayê ya li Tel Evîvê ye neqlî Qudsê bike.
Berdevkê Serokatiya Dewletê ya Filîstînê Nebîl Ebû Rûdeynê der barê axaftina telefonî de daxuyanî da.
Li gor daxuyaniya li ser ajansa resmî ya Filîstînê WAFAyê belav bû, niyeta xwe ya li ser barkirina Balyozxaneya Amerîkayê ya li Tel Evîvê bo Qudsê ji Ebbas re got.
Ebbas jî ji Trump re ragihand ku ev dê zirarê bide pêvajoya aştiyê û ewlehî û îstiqrara gerdûnî bixe xeterê.
Ebû Rûdeyne di daxuyaniyê de cih da van îfadeyan: "Serok Ebbas, careke din helwesta xwe eşkere kir û got li gor biryarên navneteweyî û Plana Aştiyê ya Ereb dewleteke Filîstînê bêyî paytextbûna Qudsa Rojhilat ne mumkin e."