24 Adar 2018•Rojanekirin: 25 Adar 2018
EZAZ
Xelkê Til Rifatê û hin endamên Artêşa Azad ya Sûriyeyê ji bo axa wan jî bên xilaskirin çalakî li dar xistin.
Çalakvanên sivîl û 400 şervanên Artêşa Azad ya Sûriyeyê yên ji Til Rifatî ji bo axa wan jî di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da bê xilaskirin rêya Sîcu û Ezezê ji trafîqê re girtin.
Çalakvanan li vê derê dijî YPG/PKKya rêxistina terorê diruşm berz kirin û xwestin ku çarçoveya operasyonê bê firehkirin.
Çalakvan piştî li ser daxwaza Artêşa Tirk û endamên ewlehiyê belav bûn.
YPG/PKKya rêxistina terorê li Til Rifat û derûdorên wê de nêzî 250 hezar kes bi zorê dabû koçkirin.
Koçberên ji Til Rifatî xwe sipartibûn Ezeza ku din bin kontrola mixalifan de.