19 Îlon 2016•Rojanekirin: 20 Îlon 2016
ŞANILURFA
Şaredarê Akçakaleyê Abdulhakîm Ayhan ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku Tel Abyada ku di destê PYDê de ye axa tirkmen û ereban e, komek an jî rêxistineke terorê nikarê gelê li vir koçber bike.
Ayhan got ku PYDê alayeke Amerîkayê li Tel Abyadê çikandiye ku ev ala li Akçakaleyê tê dîtin û wiha axivî: "Alayên YPGê, DYAyê û Îngiltereyê tên daliqandin. Herî dawîn PYDê alaya Amerîkayê çikand û xwe li pişt wê alayê veşart. Li Tel Abyada ku ji sedî 97 ereb û tirkmen in polîtîkaya tehcîrê rêve dibe. Ev ala ji bilî formalîteyê kêrî tiştekî nayê. Carekê dadiliqînin û paşê dadixin."
Ayhan destnîşan kir ku Tel Abyada ku di destê PYDê de ye axa tirkmen û ereban e û wiha pê de çû: "Înşallah di demeke kin de ewê bikaribin vegerin axa xwe û bikaribin welatên xwe biparêzin. Ji bo korîdorê veke DYAyê xwest ku Tel Abyad û Efrînê bigîhîne hev. Şikir ji Xwedê re ev daxwaza Amerîkayê û Ewropayê bi Operasyona Mertalê Firatê ya Tirkiyeyê ve pêk nehat."
- "Li hember Sûriyeyê derbe ye"
Serokê Komeleya Tirkmenên Sûriyeyê Ekrem Dede jî got ku PYDê alayeke Amerîkayê li Tel Abyadê çikandiye ev li hember Sûriyeyê derbe ye û wiha axivî: "Li Sûriyeyê alaya Sûriyeyê li Tirkiyeyê alaya Tirkiyeyê tê dardekirin, ev wiha ye. Daliqandina alaya DYAyê ya çalakiyeke terorê ye. PYD rêxistineke terorê ye ku li hember Tirkiyeyê şer dike. Wek gelê Sûriyeyê em naxwazin alayeke dewleteke din li welatê xwe bibînin. Bi taybetî jî gelê Tel Abyadê li hember alaya DYAyê pir aciz e."
Dede ji ber Operasyona Mertalê Firatê ya Tirkiyeyê spasiya Tirkiyeyê kir.