14 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2019
DÊRAZOR/ANKARA
YPG/PKKya rêxistina terorê li Dêrazorê bi alîkariya koalîsyona navneteweyî ku Amerîka pêşengiya wê dike, bajaroka Şîîfeyê ji destê DEAŞa rêxistina terorê derxist.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hat hildan, YPG/PKKyê di nav hefeteyeke dawîn da di bin banê êrîşên esmanî yên koalîsyonê da êrîşên xwe zêde kirin û bajaroka Şîîfeyê bi dest xist.
Li ser Dêrazora sînorê Iraqê tenê bajarokên Suse û Bagozê di destê DEAŞê da man.
- Li Dêrazorê rewşa dawîn
YPG/PKKya rêxistina terorê bi piştgiriya Amerîkayê li rojhilatê Çemê Feratê herêmên li rojhilat, rojava û bakurê Dêra Zorê dagir kiribû. YPG/PKKyê di 11ê Îlona 2018an da bi piştgiriya Amerîka û Fransayê operasyon dabû destpêkirin ku DEAŞê bi tevahî ji Dêra Zorê derxe. Rêxistinê li Dêra Zorê keleha dawîn a DEAŞê navçeya Heccînê dagir kiribû, paşê jî di 26ê berfanbara 2018an da navenda bajaroka Bûxatirê bi dest xistibû.
Li Dêrazorê li rojavayê Çemê Feratê hêzên rejima Beşar Esed hene. YPG/PKKya rêxistina terorê ji sê paran pareke axa Sûriyeyê dagir dike.