DIYARBEKIR (AA) - Li Diyarbekirê 11 kesên ji ber îdiaya ku di îhaleya çarçoveya Bernameya Alîkariya Civakî de gendelî kirin, duhê hatibûn binçavkirin, derxistin dadgehê.
11 kesên ku di nava wan de rêvebirên dersxaneyê û endamên ewlekariyê yên payebilind hene, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ya ku li Diyarbekir, Stenbol, Enqere, Îzmir, Edene, Osmaniye û Nîgdeyê ji ber sûcên "fesadî kirin nav îhaleyê, erka xwe ji bo armancên xirab bi kar anîn" ve hatin binçavkirin, piştî miemeleyên wan ên li Midûriyeta Ewlehiya Bajêr derxistin dadgehê.
Jêpirsîna berşikan a li dozgeriyê didome.
Bûyer
Di daxuyaniya duhê ya dozgeriyê de wiha hatibû îdiakirin: "Di 14ê Îlona 2014an de di malpera înternetê ya rojnameyekê de nûçeya "seferberiya perwerdeyê ya polêsên ku dibêjin sîxur in" cî girt. Li ser vê îdiayê polês hatin girtin û dîsa li gorî nûçeyê li Diyarbekirê 500 xwendekar qeydî dersxaneyekê kirin û hemû mesrefên wan dan."
Piştî lêkolînê derketibû holê ku projeya di nûçeyê de behsa wê hat kirin ew proje ye ku di sala 2009an de di çarçoveya Bernameya Alîkariya Civakî (SODES) de bi budçeya 500 hezar lîreyî ve pêk hatiye.
Di lêpirsîna ji ber ku îhale li dijî Qanûna Îhaleya Qamûyê kirine de li 7 bajaran bi tevahî 11 kes hatibûn binçavkirin.
Ji bo desteserkirina berşikekî din jî xebat didomin