Tolga Akbaba
25 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2026
Sekreterê Giştî yê Şûraya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Muhemed Baqir Zulqadir anî ziman ku dê êrîşên li dijî hedefên DYAyê bidomin.
Zulqadir derbarê êrîşên li dijî DYAyê danezanek weşand.
Zulqadir di danezanê da derbarê êrîşên li dijî DYAyê got, "Heta ku tola xwîna zarokên bêguneh ên ku li Mînab û Lamerdê jiyana xwe ji dest dane were standin û dijmin teslîm bibe, êrîşên bi hûrgilî wê berdewam bin."
Zulqadir her wiha diyar kir ku çi dûmana ku li herêmê bilind dibe, tê wê wateyê ku navendeke eskerî, ewlehî, an darayî ya DYAyê hedef hatiye girtin.