31 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2017
BRUKSEL
Yekîtiya Ewropayê (YE) hişyarî da ku heger Îran li ceribandina avêtina muşekên balîstikî difikire wê lêewlebûna xwe hê bêhtir ji dest bide.
Berdevka Komîsyona YEyê Nabila Massrali derbarê ceribandina Îranê ya mûşekên balîstîkî da axivî û destnîşan kir ku di warê bernameya mûşekên balîstîkî ya Îranê da bi fikarin.
Massrali got, "YE di fikarên xwe yê derbarê bernameya mûşekan ya Îranê da berdewam e û bang li Îranê dike ku ji bo lêewlebûna xwe wenda neke, divê ji avêtina mûşekên balîstîkî xwe biparêze"