İbrahim Atmaca
10 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2020
Balafirên şer ên Îsraîlê sehaya esmanî ya herêmên başûrê Lubnanê binpê kir.
Li gor NNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Lubnanê, balafirên şer ên Îsraîlê sehaya esmanî ya welêt binpê kir û li ser wilayeta Nebatiyeyê û herêmên derdorê ku dikevin başûrê welêt, firiyan.
Li gor saeta herêmî firînan di 09:00î da dest pê kir û 2 saetan dewam kir, der barê jimara balafirên şer da jî agahî nehat dayîn.
Wesayîtên esmanî yên bêmeriv ên Îsraîlê, balafirên şer û botên şer timî sînorên Lubnanê binpê dikin. Rayedarên Lubnanî di her firsendê da ji bo van binpêkirinan şikyatê Îsraîlê bi Neteweyên Yekbûyî dike.