Îsraîl û Hemasê di mijara agirbestê da li hev kirin
- Hemas: Em spasiya Tirkiye, Afrîkaya Başûr, Cezayir, Rûsya, Çîn û hemû welatên ku piştgirî dan mafên Filistînê û mezlûman û helwesteke birûmet nîşan dan
Hakan Çopur
15 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2025
Washington DC
Donald Trumpê serokê hilbijartî yê Amerîkayê eşkere kir ku di navbera Îsraîl û Hemasê da di mijara agirbestê da lihevkirin çêbû.
Trump di daxuyaniya xwe ya ji ser hesabê xwe ya li platforma çapemeniya civakî ya bi navê Truth Socîal da ragihand ku di navbera aliyan da lihevkirin çêbû.
Donald Trump di daxuyaniya xwe da got ku "Li Rojhilata Navîn di mijara êsîran da (agirbesta li xezeyê) lihevkirin çêbû. Dê di demek kurt da serbest bimînin. Spas."
Hemas: Em spasiya Tirkiye, Afrîkaya Başûr, Cezayir, Rûsya, Çîn û hemû welatên ku piştgirî dan mafên Filistînê û mezlûman û helwesteke birûmet nîşan dan.
Wezîr Hakan Fîdan bi rayedarên Hemasê ra bi têlefonê axivî û di axaftinê da got ku bila agirbesta li Xezeyê bi xêr be û diyar kir ku piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo Filistînê dê dewam bike.
Qeter: Di navbera Îsraîl û Hemasê da di mijara agirbesta li Xezeyê û guherîna êsîran da lihevkirin çêbû
Sekreterê Giştî yê NYyê Guterres diyar kir ku ji ber peymana di navbera Îsraîl û Hemasê memnûn bûn û bangewaziyê aliyan kir ku peymanê tetbîq bikin.
- Serokê Amerîkayê Bîden eşkere kir ku di navbera Îsraîl û Hemasê da peymana agirbestê hat kirin
Serokê Amerîkayê Joe Bîden eşkere kir ku di encama dîplomasiya ku Amerîka, Misir û Qeterê bi hev ra bi rê va bir da Îsraîl û Hemasê di mijara agirbest û êsîran da li hev kir.
Serokê Amerîkayê Bîden daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku di navbera Îsraîl û Hemasê da lihevkirin pêk hat.
Bîden di daxuyaniya xwe da got ku "Îro di encama dîplomasiya ku Amerîka, Misir û Qeterê bi hev ra bi rê va bir da Îsraîl û Hemasû di mijara agirbest û êsîran da li hev kirin."
Bîden da zanîn ku bi peymana navborî ra "pevçûnên" li Xezeyê dê rawestin, êsîr bên berdan û Filistînî dê bigihêjin alîkariya însanî ya hewce û ragihand ku ji ber xebera agirbestê kêfxweş in.
Bîden got ku "Ya rast demek dirêj berî niha divê pevçûn xilas bibûna, dest bi avakirina aştî û ewlehiyê bikirana" û diyar kir ku bi taybetî ji ber ku dê êsîr serbest bimînin kêfxweş e.
Ji hêla din va Sekreterê Giştî yê NYyê Antonîo Guterres jî diyar kir ku ji ber peymana di navbera Îsraîl û Hemasê memnûn bûn û bangewaziyê aliyan kir ku peymanê tetbîq bikin.