Ömer Erdem
26 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2024
Artêşa Îsraîlê ragihand ku dijî "hedefên eskerî" yên Îranê êrîş li dar xistine.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da hat ragihand ku "Weke bersiva ku di mehên dawîn da dijî Îsraîlê didomin, dijî hedefên eskerî yên Îranê êrîşên hesas li dar dixe."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê pêşhatên ku ji Îranê û mitefiqên wê tên dişopîne, him di warê êrîşan û him jî di warê berxwedanê da bi awayekî baş amade ne.
Di daxuyaniyê da tekezî li wê yekê hat kirin ku bi berdewamî rewş tê nirxandin û di halê hazir da di telîmatên eniyên navxweyî da tu guherankarî nehatine kirin.
Herwiha hat gotin ku pêdivê bapendê telîmatên eniya navxweyî bin û ewê bi pêşhatan ra gel bê agahdarkirin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku êrîşên dijî Îranê "qediyane"
Artêşa Îsraîlê ragihand ku êrîşên dijî Îranê qediyane.
Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê da wiha hat gotin:
"Em dikarin teyîd bikin ku êrîşên ku Îsraîlê weke bersiv dijî Îranê li dar xistin, qediyane. Heke rejima li Îranê dubare biryara rakirina tansiyonê bide, em ê neçar bimînin ku bersivê bidin."
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva ya Îsraîlê da hat ragihandin ku êrîşên dijî Îranê bi dawî bûne û hat gotin, "Balafirên me bi awayekî ewledar vegeriyane malê."