Faruk Hanedar
16 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2024
Îsraîlê êrîşên esmanî birin ser başûrê Beyrûta paytextê Libnanê.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichai Adraee li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da û îdia kir ku wan li başûrê Beyrûtê li depoyeke çekan a Hizbullahê xist.
Piştî ku Adraee gef lê xwar û got ku ew ê li başûrê Beyrûtê êrîşî hin deverên Hizbullahê bikin û şûnda li dijî herêmê êrîş hatin kirin.
Îsraîlê ji 10ê Cotmehê vir va êrîşî Beyrûtê nedikir.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ji 8ê Cotmeha 2023yan vir va 104 jê zarok û 194 jê jin bi tevahî 2 hezar û 350 kes hatin kuştin, 10 hezar û 906 kes jî birîndar bûn.