Berdevkê Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Filistînê yê berê Eşref el-Qudra daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku artêşa Îsraîlê êrîş bir li ser dibistana "Enes el-Vezîr" a aîdê UNRWAyê ya ku lê penaber diman.
Qudra diyar kir ku cinazeyê 10 kesên ku di êrîşê de mirin û 50 kesên ku birîndar bûn anîn Nexweşxaneya Qûweytê ya li Refahê. Qudra destnîşan kir ku birîna hin birîndaran giran e û tirsa wan ev e ku hejmara miriyan zêdetir bibe.
Qudra bibîrxist ku Nexweşxaneya Ebû Ûsif en-Neccar a li bajarê Refahê ji ber êrîşên Îsraîlê hat valakirin û got ku li herêmê ji ber êrîşan her deqîqe hejmara miriyan zêde dibe, herwiha Nexweşxaneya Qûweytê tijî bûye û birîndarên ku nû tînin jî cih tuneye ku lê birînên wan derman bikin.