Beşir Şavur
30 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2026
Mija li Mêrdînê çêbû, bandoreke neyênî li ser jiyana rojane kir.
Li Artukluya navçeya navendî ya Mêrdînê, mija ku destê sibehê destpê kir, mesafeya dîtinê car bi car daxist heta 15 metroyan.
Ajovanan ji ber mijê leza xwe kêm kirin û bi baldarî birêva çûn.
Ekîbên polîsan hişyarî da ajovanan ku li deverên bi mij baldar bin û mesafeya şopandinê biparêzin.