Haydar Şahin
20 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2017
KERKÛK
Li Iraqê endamên çapemeniyê yên ku li ser rêbeja Hewlêr-Kerkûkê qerebalixiya leşkerî teqîb dikirin di navbera agirê şer da man.
Ekîba Ajansa Anadoluyê (AA) û rojnamevanên ji Tirkiyeyê li Pirdeya bajaroka Kerkûkê ya ku kontrola wê kete destê hêzên ewlekariya Iraqê li ser rêbeja Hewlêr-Kerkûkê teqîb dikirin, di wê demê da hêzên Iraqê êrîşî mewziyên Pêşmerge kirin û rojnamevan di navbera agirê êrîşê da man.
Di demeke kin da ji 10î zêdetir topên hewanê di ser herêmê da ketin, ji rojnamevanan kesek birîndar nebû, ji ber parçeyên şarapnelan wesayîta ekîba AAyê zirar dît.
Paşê rojnamevanan bi îmkanên xwe va ji xwe ra kozik çêkirin û derbasî wesayîtan bûn û ji herêmê veqetiyan.
Îdrîs Okuducuyê ji ekîba AAyê yê ku di navbera agirê şer da ma wiha got:
"Pêşiyê rewş normal xuya dikir lêbelê bi carekê re êrîşên li dijî mewziyên Pêşmerge dest pê kirin. Me fêhm nekir ku çi dibe. Me xwe avête mewziyan û ji bo ku şarapnel ji me negrin xwe parast. Min dît ku pêşmergeyên li der û dora me birîndar ketin û çawa ku firsend kete destê me em derbasî herêma ewledar bûn. Pevçûneke mezin bû. Dengê top û guleyan qet kêm nebû."
Hat ragihandin ku pêşmergeyên birîndar bi wesayîtan rakirin nexweşxaneyên Hewlêrê.