23 Gulan 2016•Rojanekirin: 24 Gulan 2016
ANKARA
Akademiya Nûçeyan a Ajansa Anadoluyê û Serokatiya Akademiya Polêsan bi hev ra "Bernameya Sertifîkaya Nûçegihaniya Şer" ya Heyama 6emîn li dar xistin û perwerdeya nûçegihanan a dijwar dewam dike.
Nûçegihanên ku beşdarî bernameya sertifîkayê bûne, wisa tên perwerdekirin ku bikaribin di şer, afata siruştî û halên derasayî da wezîfeyê bikin.
Kadroyên pispor ên Hêzên Çekdar ên Tirkan, Akademiya Polêsan û Serokatiya Rêvebirina Rewşa Afat û Acîlê (AFAD) nûçegihanan perwerde dikin.
Bername du hefte ye û nûçegihan weke ku bûyerên rastîn diqewimin, wisa tên perwerdekirin.
Ji nûçegihanên AAyê Hajer Mtiriyê got ku perwerdeya ku ew dibînin, pir bi kêr e û mensûbên çapemeniyê yên ku li cihên talûke wezîfeyê dikin divê vê perwerdeyê bibînin.
Mtiriyê destnîşan kir ku aliyekî girîng ê perwerdeyê ew e ku nûçegihanên AAyê yên ku li welêt û derveyî welêt wezxîfeyê dikin, tên bal hevdu û hevdu dinasin.
Bernameya sertifîkayê wê 27ê gulanê roja înê bi merasimekê va kuta be.