Özkan Bilgin
30 Tebax 2025•Rojanekirin: 01 Îlon 2025
VAN (AA) - Zuleîmy Powell Quînteroya ji Panamayê bi Harun Altaîrê ji Wanê ra bi deweteke edetî zewicî.
Harun Altaîrê antrenorê kaşûnê ku par ji bo perwerdeya ziman çûbû Lîverpoola bajarê Înglistanê bi Zuleîmy Powell Quînteroya ji Panamayê ra bû heval.
Zuleîmy Powell Quîntero û Harun Altaîr piştî hev nas kirin û ji hev hez kirin, biryar dan ku bizewicin.
Piştî ku malabat jî razî bûn li Gurpinara navçeya Wanê li gundê Zernekê bi deweteke edetî zewicîn.
Bûk û zava cil û bergên edetî li xwe kirin û deweta wan bi edetên bav û kalan hat kirin.
Harun Altaîr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Lîverpoolê hevjîna xwe nas kiriye.
Zuleîmy Powell Quînteroyê diyar kir ji bo hatiye Wanê kêfxweş e û got ku dilê me heye em ji niha û pê da li Wanê jiyana xwe bidomînin.
Gulîzar Altaîra diya zavê jî diyar kir ku bûk û zava hev li Îngilistanê nas kirine û got ku me jî hev nas kir û me tevî malabata wê ji hev hez kir.