İbrahim Atmaca
08 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2020
Koçerên ku biharê bi hezaran pez û berxên xwe va dertên zozanên Agiriyê, piştî ku hewa sar bû vedigerin gundên xwe û rêwîtiya wan dewam dike.
Derbiharê wexta ku berf dihele û hewa germ dibe, koçer ji Îdirê bi pez û berxên xwe va tên Agiriyê û 3 mehan li zozanan dimînin û piştî ku hewa sar dibe jî vedigerin gundên xwe.
Koçer havînê hewywanên xwe li mêrg û mexelên zozanan diçêrînin. Şîrê ku ji pez didoşin va penêr, rûnê nivîşk û zexîreya xwe ya zivistanê digrin. Koçerên ku dest bi dagêrê kirine, gihîştin gundê Çobanbeyê.
Koçerên ku biharê bi hezaran pez û berxên xwe va dertên zozanên Agiriyê, piştî ku hewa sar bû vedigerin gundên xwe û rêwîtiya wan dewam dike. ( Abdullah Söylemez - Anadolu Agency )
Koçer di rêya vegerê da şev û rojan bi heywanên xwe ra dimeşin, carinan li hin deran konê xwe vedigirin û bêhna xwe didin û paşê dîsa bi rê dikevin. Ekîba Ajansa Anadoluyê bi droneyê va rêwîtiya koçeran kişand.
Dema ku droneyê dîmen dikşand, pez û berx ji dengê droneyê silikîn û vî alî û wî alî revîn û dîmenên xweş derketin holê.
Ji koçeran Erkan Çîko daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir piştî ku hewa sar bû ew ber bi Îdirê va bi rê ketin.
Çîko diyar kir ku rêwîtiya wan wê 10 rojan dewam bike û wiha dewam kir: "Em du şivan in, ji ber ku bi şev hewa pir sar dibe, em kulav û betaniyan li xwe wer dikin ku germ bibin. Em şev û roja heywanên xwe çêre çêre dibin. Em cara ewil hatin aliyê Agiriyê. 10 sal e ez şivantiyê dikim, em berê timî diçûn aliyê Qers û Erdexanê."