KARAMAN
Recep Gokçeyê bavê Tezcan Gokçe yê ku di kana komirê ya Ermenekê de mir û duh hat definkirin him bi êşa kurê xwe û him jî bi solên xwe yên qetiyayî ve hemû gelê Tirkiyeyê da girîn.
Dema di kanê de qeza nû çêbibû Recep Gokçe û jina wî Ayşe Gokçe ji nûçegihanê AAyê re gotibûn ku "kurê min avjeniyê nizane, gelo di nav avê de çi kir?", "Kurê min mir gelo, veneşêrin". Tirkiyeyê ew wisa nas kiribûn.
Her du jî 75 salî ne. Feqîrî û zehmetiya wan a ku heta vî rojê kişandine di qerçûmekên rûyên wan de tên dîtin. Malbata ku xwedî 5 zarokan e bi pereyê ku 3 mehan carekê distînin ve debara xwe dikin.
Ji bilî solên cizlavêt solên wan tunin. Di merasima definkirinê de solên wan ên qetiyayî, lorînên dayika Ayşe dilê mirovan şewitand.
- "Ez nahêlim ku ew mihtacê tu kesî bin"
Recep Gokçe got ku ew ê ji vir pê ve buka xwe û neviyên xwe xwedî derkeve û ew ê nehêle ku ew mihtacê tu kesî bin û wiha axivî: "Heke deynê kurê min hebe ez ê bidim. Ez ê gora wî bidim çêkirin. Çi ji destê min bê ez ê ji bo neviyên xwe bikim."
Ji bo solên xwe yên qetiyayî jî wiha got:
"Perê min tune, heke perê min hebûya min di nav xelqê de ev sol pê dikir. Diranên min û yên jina min tunene. Ji ber feqîriyê em neçûn ser bijîşk da ku diranê xwe bidin çêkirin. Heke pereyê min hebûya min ê hankêve diran bida çêkirin."