Türkan Tosun
15 Îlon 2020•Rojanekirin: 16 Îlon 2020
Li Sêrtê Nîhat Melayîmê hosteyê bobînajê 55 sal e vî karî dike.
Nîhat Melayîmê 73 salî dema biçûk bûye meraqa wî li ser ceyrana wesayîtan çêbûye û di nav demê da wî dest avêtiye motorên wesayîtan.
Melayîm salekî li ber destê hosteyekî xebitiye û paşê kargeha xwe vekiriye.
Hoste Melayîm niha li kargeha xwe ya li ser kolana Cumhuriyetê bi 2 kurên xwe va dixebite.
Her çiqas temenê wî mezin be jî ew hê wek rojên berê karê xwe bi hezkirin dike.
- "Heta emrê min hebe ezê vî karî bikim"
Melayîm got pêçandina bobînajan him qewetê û him jî zanîna matematîkê dixwaze û wiha axivî: "Karekî zehmet e. Hê ji biçûkatiya min pê va meraqa min li ser motoran hebû. Min hin pirtûkên bibin alîkarî xwendin. Bi rêya ceribandinê va min bobînajan pêça. Ez serê sibê kargeha xwe vedikim û heta şev dereng motoran çêdikim. Min di nav 55 salan da 9 şagirt gihandin. Jê 6 kes li Stenbolê, Bursayê û Elezîzê dixebitin. Ji bilî wan min hînê 2 kurên xwe jî kir. Karekî zehmet e, lê kêfxweşiyê jî dide. Heta emrê min hebe ezê vî karî bikim."