Fatih Gazioğlu
19 Adar 2019•Rojanekirin: 22 Adar 2019
Li ser rêya Wan û Hekariyê ji ber barîna berfê û bagerê gelek wesayît di rê da asê man.
Li bajêr berf û bagera duh şev dest pê kir li ciyên bilind tesîra xwe zêde kir.
Ji ber barîna berfê li bihurê Kurubaşê ya ku bilindahiya wê 2 hezar û 225 mêtro ye cemed çêbû.

Ji ber cemedê gelek wesayît rê da man û neşiyan ji bihur ra derbas bibin.
Tîmên Midûriyeta Herêmê ya 11emîn a Rêbejê ji bo vekirina rêyan dest bi xebatê kirin û rê vekirin.
Şoferan zincîr avêtin tekerên wesaîtên xwe û rêya xwe dewam kirin.
Tîmên rêbejê rê xwê kirin û hişyarî dan welatiyan da ku bêzincîr dernekevin rê.
Ji welatiyan Zubeyir Kata got ku ew ji ber berfê rê da mane û wiha got: "Em ji Hekariyê tên. Ji ber barîna berfê û bagerê em di rê da man. Tîman rê vekirin û me jî zincîrên xwe avêtin ser tekerên wesaîtên xwe û em bi rê ketin."