Fatih Gazioğlu
29 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2019
KASTAMONU
Emîne Çalişkana li Taşkopruya navçeya Kastamonuyê dijî ji bo çûkên ku zivistanê birçî dimînin perçeyên nan datîne ser çiqlên daran.
Emîne Çalişkana 56 salî li taxa Sumerê di awahiyeke sê qatî de dimîne. Çalişkanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku gelek çûk ji ber şert û mercên zivistanê birçî dimînin. Çalişkanê got ku wê jî xwest alîkariyê bide çûkan û wiha axivî:
"Gelek çûk ji birçîna dimirin. Ez ji ber vê gelekî aciz dibûm. Li ber derê mala min hin dar hene. Min dît ku her roj gelek çûk tên ser van daran. Mîn got gelo ji bo xwarina van ez çi bikim? Paşê min biryar da, min got ezê her roj perçeyên nan deynim ser guliyên van daran. Ev demeke her roj nan didim çûkan. Ez ji bo vê kêfxweş im."
Çalişkanê got, divê hemû kes di mijara heywanan de hesas tevgerin û bo xwarina çûkan alîkar bin.