Sevim Hatun
20 Hezîran 2017•Rojanekirin: 26 Hezîran 2017
ELAZIG
Malbatên koçer ên li Elezîzê bi sewalkariyê re mijûl dibin bi germbûna hewayê re berê xwe dan zozanên bilind.
Malbatên koçer ên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê pez xwedî dikin, penêr çêdikin, bi germbûna hewayê re ber bi zozanan ve bi rê ketin.
Malbatên ku berê di meha nîsan û gulanê de diçûn zozanan îsal ji ber şiliyê dereng diçin. Xwediyên pez ên keriyê pezê xwe li kamyonan bar dikin û berê xwe didin zozanên bilind ên Sêwazê.
Ji koçeran Omer Akinê 33 salî yê ku 3 zarokên wî hene got ku ev kar karê bav û kalên wan e wiha axivî: "Dibe ku ev karekî zor û bi zehmet be; lê em ji bo debara xwe dikin. Dibe ku şert û mercên xebatê zor bin; lê qezenca me helal e."
Akin wiha dewam kir: "Niha pileya germê digihê 35an lê em dîsa jî digel rojî û îbadetê karê xwe jî dikin. Zor e, zehmet e lê Xwedê sebrê dide me. Ji ber ku îsal şiliyê heta vê gavê dewam kir, em dereng diçin zozanan. Herwiha di meha remezanê de çûna zozanan zehmettir dibe."
- Karê me pîşeya pêxemberan e
Akin di berdewamiya axaftina xwe de got:
"Saeta fitarê nêzik bû, em bi rê ketin; lê em nizanin ku em ê li ku derê fitara xwe bikin. Gelo ew ê di saeta fitarê de em ê bigihên li ku derê, em ê karin kamyonê bidine sekinandin an na? Jixwe piştî fitarê qewlê paşîva nêz dibe. Zehmetiyên karê me pir in. Ji ber ku pêxemberan jî karê me kiriye, em zêdetir ji karê xwe hez dikin."
Dursun Akina 60 salî jî got koçerî zehf zehmet e û wiha axivî: "Çileya ku em dikşînin tu kes nabîne. Em 4 mehan li zozanan dimînin. Zarokên me perîşan dibin di konan de."