Abdullah Söylemez, Günay Nuh
10 Mijdar 2026•Rojanekirin: 10 Mijdar 2026
Li Agirî û Erdexanê hewaya sar bandoreke neyînî li jiyana rojane dike.
Li Agiriyê piştî ku berf barî û hewa sar bû, paceyên wesayîtan bi qeşayê nixumîn.
Li bajêr germa hewayê bi şev di binê sifirê da 8 pile hat pîvan, li kolan û kuçeyan qeşa çêbû.
- Erdexan
Li Erdexanê jî hewa sar bû.
Li bajêr germa hewayê bi şev heta 8 pileyan daket binê sifirê.
Ji ber hewaya sar qeşa çêbû.
Paceyên wesayîtan qeşa kişand, li ser dar û beran jî qiravî çêbû.