Berfin Sidar Aşit
30 Gulan 2024•Rojanekirin: 04 Hezîran 2024
Li gundê Çeltikliyê yê Bidlîsê, cotkar di karê xwe yê rizdanînê da berdewam in.
Şêniyên gundê Çeltikliyê yê 23 kîlometre dûrî navendê, di kortikên rizan da yên di nav zeviyan da vedikin, tovên riz datînin.
Ev tovên ku tên danîn, qedera 4 mehan şûnda tên asta dirûnê. Cotkarên ku riz datînin, piştî dirûnê qederekê ji bo xwarina malê vediqetînin, yê mayîn jî difiroşin û pê dahatê bi dest dixin.
Rizê ku bi rêbazên edetî tê çandin, ji ber qalîte û tehma wê ji hêla şêniyên deverê tê tercihkirin.
Cotkar Ferhat Kin ji rojnamegeran ra diyar kir, li gundê wan bi sedan sal in riz tê ajotin.
Kin bal kişand ku rizê wan bi qalîte û bi tehm e û wiha dewam kir:
"Em bi ked û zehmeteke zêde riz datînin. Em zeviyê pêşiyê bi traktorê şov dikin, paşê em li bendê dimînin ku birepite. Karê rizdanînê jî em bi hevkarî û pêkva dikin. Em di nav zeviyan da hewzan çêdikin û bi wî awayî em tov datînin. Piştî 4 mehan jî em dest bi dirûnê dikin."
Şêniyê gund Maşallah Demir jî wiha axivî, "Karê me yê rizdanînê derdora 20 rojan diajo. Em pey ra 4 mehan disekinin. Piştî dirûnê jî em riz dibin aş û dikutin ku êdî ji wê şûnda ji xwarinê ra amade ye."