Şener Toktaş, Berfin Sidar Aşit
06 Gulan 2026•Rojanekirin: 06 Gulan 2026
Li Bidlîsa ku zivistana wê dijwar derbas dibe, li deverên bilind têkoşîna bi berfê ra berdewam e, lê li deşt û her wiha rast û bestan bi barîna baranê va siruşt ji xewa zivistanê hişyar bû û kulîlk vebûn.
Li deverên bilind ên bajarê ku berfa herî zêde ya van salên dawîn barî, digel ku demsal bûye bihar bandora zivistanê hê jî didome.
Li gundê Sarpkayayê yê raqim qedera 2 hezar metreyî ku stûriya berfê cih cihan digihêje 2 metreyan, têkoşîna dijî berfê berdewam e. Lêbelê li deştan bi germbûna hewayê ra berf heliya û çêre hêşîn bû.
Li bajarê ku navendeke giring a heywandariyê ye, pezê ku zivistanê di hundir da tê xwedîkirin, bi hatina biharê û hêşînbûna çêreyê va hat berdan.
Bajarê ku cihên wê yên bilind bi berfê spîçîl e, rast û bestên wê jî bûye keskahî û ev jî dike ku du demsal bi hev ra xwe bidin nîşan.
Şêniyê gundê Ilicakê Celal Taştan ku pezê xwe berda çêreyê, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku zivistana îsal dijwar û bi zehmet derbas bû.
Taştan bal kişand ku îsal ji ber berfa zêde wan pir zehmetî kişand û wiha dewam kir, "Piştî zivistana dirêj, bi hatina biharê ra me pezê xwe berda derva. Bihara îsal dereng hat û lewma me ka û kes kirî."
Abdullah Ocalê li Deşta Xeydayê pezê xwe diçêrîne jî wiha got, "Ji ber ku hewa pir xweş e me pezê xwe berda çêreyê. Zivistanê îsal pir kişand, lê şikir niha bihar e û êdî çêre hêşîn bûye."
Heywandar Cengiz Muglu jî wiha axivî, "Hewa sayî ye, siruşt bi xwe va hat û çêre hêşîn bû. Em êdî heywanên xwe berdidin çêreyê."