Haydar Şahin
02 Tebax 2023•Rojanekirin: 03 Tebax 2023
Li Îranê li bajarê Bostanê ya girêdayî eyaleta Hûzîstanê germahiya hewayê wek 51,4 pile hat pîvan.
Li gor Ajansa Nûçeyan ya Xwendekarên Îranî ÎSNAyê, li çar bajarên Xûzistanê germahî ji 50 pileyî derbas bû.
Germahiya hewayê li bajarê Bostanê wek 51,4 pile, li Şuşê 50,8 pile, li Dezfulê 50,4 pile û li Abadanê jî wek 50,3 pile hat pîvan.
Di 15ê Tîrmehê da li bajarê Dehloranê ya li ser eyaleta Îlamê germahiya hewayê gihîştibû 51,6 pileyan. Di heman rojê da li bajarê Umidiyeyê ya li ser eyaleta Xûzistanê germahî bûbû 51,2 pile, li bajarê Axacariyê bûbû 50,3 pile û li bajarê Ramhurmizê jî bûbû 50,2 pile.
Di 16ê Tîrmehê da jî li Balafirgeha Navneteweyî ya Kendava Besrayê ya li bajarê Aseluyeyê ya li ser eyaleta Buşehrê germahiya hewayê wek 66,7 pile hatibû pîvan.