Metin Dere
19 Hezîran 2022•Rojanekirin: 20 Hezîran 2022
Li Yedîsuya navçeya Bîngolê lewanteyan kulîlk da û bi reng û bêhna xwe va balê dikişînin.
Li taxa Doşengiyê ya navçeyê gelek zevî bi rengê binevşî rengîn bûn.

Zevî bi lewanteyan xemilîn û mazûvaniya siruşthez û hezjêkerên wêneyan dikin.
Ziyaretvan wêneya vê dîmena xweş dikişînin.

Ji ziyaretvanan Omer Faruk Sedal ji nûçegihanê AAyê ra got ku li Yedîsuyê gelek deverên wiha siruştî û xweş hene û wiha dewam kir, "Li ser zeviyên lewanteyan jî wêneyên xweş û dîmen dertên."