Murat Ataseven
16 Sibat 2025•Rojanekirin: 17 Sibat 2025
Li rêbeja D-100î li aliyê Çiyayê Boluyê mij çêbû.
Li herêmê ji ber mijê mesafeya dîtinê heta 30 metreyan daket.
Li Xaçerêya Karayollari, Bakacak, Karanlikdere, Seymenler û Taşaltiyê mesafeya dîtinê daket. Di çûnûhatinê da astengî çêbû, ajokaran li rêbejê baldarî wesayitên xwe ajot.
Ekîbên trafîk û rêbejê hişyarî dan ajokaran ku wesayitên xwe bi baldarî biajon, bala xwe bidin mesafeya teqîbê û leza xwe zêde nekin.