Orhan Pehlül
13 Tebax 2024•Rojanekirin: 14 Tebax 2024
Li Çiyayê Nemrûdê yê raqim 2 hezar û 150 yê dikeve nav sînorê Kahtaya navçeya Adiyemanê, kuliya goştxwir hat dîtin.
Li Çiyayê Nemrûdê yê di Lîsteya Kelepora Cihanî ya UNESCOyê da ye û peykerên qerase lê ne, kuliya goştxwir a 20 santîmetreyî dirêj hat dîtin. Welatiyên çav bi kuliya goştxwir ketin, mat man.
Pisporan destnîşan kir, kuliya cisna "saga ephippigera" ya kêzik û bihokên zirarê didin çandiniyê dixwin, xêrxwazê cotkaran in û lewma jî divê bên parastin.