Abdullah Söylemez
02 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2024
Dirûna gulberojkên ku ji bo dendikan li zeviyên mezin ên Deşta Agiriyê hatine danîn, ber bi kutabûnê ye.
Li bajêr bi pêşketina derfetên avdanê cotkaran li ser nêzî 34 hezar dekar erdê bi xêr û bêr gulberojk danîn û dirûna gulberojkan dewam dike.
Walî Mustafa Koç çû serê zeviyên ku karkerên demsalê yên piraniyan ji Şanliurfayê n lê dixebitin û beşdarî dirûna gulberojkan bû.
Walî Koç ji rojnamegeran ra wiha got, "Par û îsal li ser nêzî 34 hezar dekarî gulberojkên ji bo dendik û rûn hatin danîn. Par ji gulberojkên dendikan 10 hezar ton ber hat hildan. Ji bo aboriya bajêr ji gulberojkan 220 milyon lireyê Tirk piştgirî tê. Îsal jî em li bendê ne ku bi qasî 310 milyonî dahat jê were."