Damlanur Teyhun
19 Nîsan 2023•Rojanekirin: 20 Nîsan 2023
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ragihand ku di Eyda Remezanê da ji roja Erefeyê û heta dawiya eydê wê otobusên şaredariyê belaş bin.
Di daxuyaniya şaredariyê da hat gotin ku xizmetên çûn û hatinê yên ku şaredarî dide welatiyan wê di eydê da bê pere be.
Li gor biryara Serokatiya Daîreya Gihandinê ji 20ê Nîsanê heta 23ê Nîsanê wê wesayîtên şaredariyê yên di qada gihandinê da di xizmeta gel da ne wê belaş bin.