Günay Nuh,İsmail Kaplan
30 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 02 Mijdar 2022
Li Erdexan û Qersê sir û seqem jiyanê dixe tengasiyê.
Li bajêr bişev di sir û sermayê da qiravî çêbû, camên wesayîtan qeşa kişand.
Hin welatiyan brande avêtin ser wesayîtên xwe ku ji sermayê biparêzin.

Konê pîrê yê ku bi hesinên Pireya Erdexanê ya Dîrokî va girtine jî qiravî girtin û dîmeneke ecêb derket holê.
Ji welatiyan Burak Taştan diyar kir, di rojên dawîn da sir û serma çêbû û wiha dewam kir, "Êdî zivistana me hat. Camên wesayîtan êdî qeşa dikşînin. Ev jî nîşaneya zivistanê ye."
Li Arpaçaya navçeya Qersê jî germa hewayê ket binê sifrê û li gundê Kuyucaka ser navçeyê cihên ku heywan li ser avê vedixwin, qerimîn.