Günay Nuh
29 Gulan 2025•Rojanekirin: 29 Gulan 2025
Li Erdexanê lehiya ku piştî barana gur rabû, li 2 gundan bû sedema zirarê.
Barana gur a ku duhê li bajêr destpêkir seranserê şevê dewam kir.
Piştî baranê li gundên Kalecîk û Yenîkoyê ên ser navçeya Goleyê lehî rabû.
Ji ber lehiyê di hinek xanî, axur û rêyên gund da zirar çêbû.
Ekîbên Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê ya Parêzgehê (AFAD) û yên Îdareya Taybet a Parêzgehê dest bi xebatê kirin.