Cüneyt Çelik,Günay Nuh,Hüseyin Demirci,Yunus Hocaoğlu
01 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2026
Li Erzirom, Qers, Erdexan û Tunceliyê berf û bager tesîreke neyînî li jiyanê dike.
Li Erziromê barîna berfê bi navber didome.
Li bajarê ku bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da 7 pile hat pîvan, rê û peyarê qerimîn û bi baniyan va şembelûk daliqîn.
Li bajêr ekîbên şaredariyê peyarê paqij kirin û hin welatiyan jî ji bo çûkên nikarin qût bibînin, qût danî derva.
- Qers
Li Qersê berfa ku du roj e bi navber dibare, îro jî tesîra xwe domand.
Ji ber barîna berfa zêde ajokaran zehmetî kişand û ekîbên Şaredariya Qersê jî xebata verotina berfê da destpêkirin.
Li navçeya Sariqamîşê berf û sermayê tesîra xwe nîşan da.
Daristanên çamên zer bi barîna berfê spîçîl bûn. Ekîbên Midûriyeta Rêbejayê ya Herêma 18em û Rêveberiya Taybet a Parêzgehê xebata verotina berfê û rêxwêkirinê da destpêkirin.
- Erdexan
Li Erdexanê jî barîna berfê tesîra xwe didomîne.
Navenda bajêr bi berfê venixumî û li cihên bilind berf vedigerîne bagerê.
Ji ber hişkiyê rêyan gelekî cemed girtiye.
- Tuncelî
Li Tunceliyê jî berfa ku bi navber dibare, tesîreke neyînî li jiyanê dike.
Ji ber berfê ajokar di rêyan da zehmetiyê dikişînin.
Ekîbên şaredariyê di kuçe û kolanan da xebata verotina berfê dimeşînin.