GAZÎANTEP
Mudurê ê Xurek, Çandinî û Sewalkariyê yê navçeya Îslahiyeyê Mehmet Yanar, got ku li ser 80 hezar donumî danhevkirina tirî dest pê kir.
Yanar, ji rojnamevanan re daxuyand ku li bajarokên Altinuzum, Bogazîçî û Yeşîlyurtê û li gundên li ser van bajarokan danhevkirina tirî destpêkir. Li van deran tiriyê bi navê "Antep Karasi", "Hatun Parmai", "Kardînal" û tiriyê bênavik "Sultanî" tê danhevkirin.
Yanar, bi bîr xist ku liser 80 hezar donumî rezvanî tê kirin û wiha dewam kir: "Em heviya danhevkirina 90 hezar tonî tirî dikin. Em, ji bilî nav welat, tirî difroşin welatên wek Rusya, Romanya, Ukrayna, Gurcistan, Misir, Kuweyt û Arabîstana Suudî. Gelek malbatên me bi rezvaniyê debara xwe dikin. Cotkarên me bi bi awayekî xurt dest bi mehseran kirin."
Endezyarê Çandiniyê Yuksel Şahîn jî diyar kir ku digel ku rekolte kêm e jî, bihayê tirî di asteke asayî de ye û ev tirî ji bilî xwarinê di çêkirina ava fêkiyan û şarabê de jî tê bikaranîn.
Li nav rezan hin jinên penaber ên Sûriyî jî dixebitin. Roja xebatkaran 25-30 lîra ye.