İbrahim Atmaca
06 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2020
Li Hîzana navçeya Bidlîsê cotkar ji bo debara zivistanê ya heywanên xwe gîhayê zeviyên ku makîneyên dirûnê nikarin tê da bixebitin, di binê kelekela havînê da bi tirpanê didrûn.
Şêniyên gundê Yenîcîkê ku 40 kîlomêtre dûrî navçeyê ye, gîhayê erazî, mêrg û çayîrên xwe bi tirpanan didrûn û alî hev dikin.
Gundî li ser eraziyên berwar û bilind heta êvarê di binê germê da dixebitin, gîhayê ku didrûn qismek jê difroşin, qismekî jî ji bo debara zivistanê dixin lod û zivistanê didin heywanên xwe.
Ji şêniyên gund Bekir Demir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew şeveqa sibê berê xwe didin zeviyên gîhê û ew û cînarên xwe alîkariya hevdu dikin û gîhê didrûn.
Demir diyar kir, ji ber ku eraziyên wan li cihên berwar in, makîneyên dirûnê nikarin têkevinê û tê da bixebitin û wiha dewam kir: "Em mecbûrî bi tirpanê gîhê didrûn. Li gund nêzî 350 donim erazî bi vî rengî ye û em gîhayê wan zeviyan jî bi vî şiklî didrûn. Em zehmetiyê dikşînin, lê mecbûr in ku debara zivistanê ya heywanên xwe peyda bikin. Loma em di vê germê da dixebitin. Em heywandariyê dikin. Cihê eraziyê me pir dijwar e û berwar e."
Îskan Demir jî got ku li cihên bilind dirûna gîhê pir dijwar e û wiha dewam kir, "Heke gîha nebe, em zivistanê nikarin heywanên xwe xayî bikin. Em bi gundiyan ra bi usûla zibareyê dixebitin û gîhê didrûn. Kesek nikare bi tena serê xwe vî karî bike. Ji ber vê yekê jî em her roj gîhayê kesekî didrûn. Em di germê da ji sibê heta êvarê dixebitin."