Selahattin Erol
25 Adar 2025•Rojanekirin: 27 Adar 2025
Li Midyada navçeya Mêrdînê market hatin teftîşkirin.
Rêveberê Zabîteyê yê Şaredariya Midyadê Şehmuz Gumuş, destnîşan kir ku ewê teftîşên wan seranserê meha remezanê berdewam bin û anî ziman ji bo tendirustî û ewlehiya welatiyan çi ji destê wan tê dikin.
Gumuş got, "Mebesta me ew e ku welatî meha remezanê di nava aramiyê da derbas bikin û nehêlin rûbirûyê ti neyêniyekî bibin. Ji ber vê emê teftîşên xwe bi hûrgilî bidomînin."